Libnan..welatî li çend bajaran hewl da ku dest deyînin ser Bankên navendî

Li Libnanê çalakiyên nerazîbûnê zêde dibin.. Şevê din xwepêşanderan li du bajarên sereke hewl dan bikevin Benkên navendî.

Li gorî dezgehên ragihandinê yên Libnanê, şevê din li bajarê Terabulsê xwepêşanderan hewl derbasî ser Benka navendî binin.

Xwepêşanerên bi diruşmeyên li dijî deshilata Libnanî, deriyê destpêkê rakirin, lê ji ber destwerdana Artêşê nikarîbûn derbasî hindirê Bankê bibin.

Li heman bajarî hin xwepêşenderan hewl dan êrîşî malên du perlemanteran bikin, lê hêzên ewlekariyê rê li pêşiya wan girtin.

Li Paytext Peyrûtê jî xwepêşanderan rê girtin û agir pêxistin.

Benka Navdewletî derbarê rewşa Lubnan a aborî de hişyarî da û ragihand ev alozî yek ji aloziyên welat ên herî dijwar in.

Back to top button