Li Iraqê ji ber ku dewleta Tirk a dagirker avê bernade hişkesalî zêde dibe

Parlamenterên Iraqê ragihandin ku qasiya ava ku Tirkiye niha ji Iraqê re berdide, ji sedan 35 derbaz nake, ev jî berevajiyên sozên Tirkiyê ye.
Parlamenteran daxwaza bikaranîna kerta aborî li dijî Tirkiyê kirin û banga boykotkirina kel û pelên Tirkî kirin.

Li Iraqê ji ber ku dewleta Tirk a dagirker avê bernade, roj bi roj hişkesalî zêde dibe.

Dewleta Tirk a dagirker li ser robarên Dîcle û Firatê bi dehan bendav çêkiriye.

Tirkiye tenê ji sedî 30’yê para Iraqê ya avê berdide

Li gor tê gotin niha Tirkiye tenê ji sedî 30’yê para Iraqê ya avê ya van her du robaran diberde.

Ji ber vê yekê jî Iraq bi qeyrana avê re rûbirû maye.

Di 21’ê Adarê de Serokwezîrê Iraqê Sudanî serdana Tirkiyê kir û li gel Serokkomarê Tirkiyê Erdogan civiya.

Li gorî ji yek lihevkirina wê demê ya navbera her du aliyan de diviyabû Tirkiye di Çemê Firat de, rojane 900 m³/s de ji bo Iraqê berdaba.

Parlamanterên Iraqê li dijî siyaseta Tirkiyê bertek nîşan dan

Parlamenterên Parlamentoya Iraqê derbarê mijarê û pêngavên ku li dijî vê siyaseta Tirkiyê were avêtin de ji Rojnews’ê re axivîn.

Serokê Lijneya Av û Horekan ê Iraqê: Tirkiye sozên xwe bi cih ne anî

Serokê lijneya av û horekan yê parlementoya Iraqê Falih Xez Elî ragihand Tirkiyê sozên xwe ên derbarê berdana avê de bi cih ne anî û ev bang li li Tirkiyê kir:

“Pêwîste Tirkiye ji bo bilindkirina asta rezerveyên avê yên Iraqê, di nava 2 mehên bê de, di qasiyek guncaw de para avê ya Iraqê berde.”

“Divê bi lezgîn gav bên avêtin û lêkolîn were kirin”

Parlamentera Iraqê Sena Recrawî jî destnîşan kir ku qasiya ava ku diçe nava bendavan li gorî ya pêwîst dike gelek kêmtire, ev yek jî pêwîstî bi lêkolînê heye ku ev avê digihije herêmên herî dûr yên Iraqê

Parlamenter Kerîm Seray banga boykotkirina kêl û pêlên Tirkiyê kir

Her wiha Parlamenterê Iraqê yê bi navê Kerîm Seray jî li dijî siyaseta dewleta Tirk a li beramberî Iraqê dimeşîne banga boykotkirina kel û pelên Tirkî kir û got:

“Divê hikûmeta Federal li ser dosyaya avê zextê li Tirkiyê bike.

Ji ber ku encama kêmbûna rêjeya berdana para ava Iraqê ji aliyê Tirkiyê ve bandorek mezin li ser hemû welat dike.

Bûye sedema karesatên jîngehî, mirovî, civakî û aborî. ”

Parlamenterên Iraqê: Divê hikûmet kerta aborî dijî Tirkiyeyê bikarbîne

Back to top button