Efrîn..Ciwanekî Kurd li gundê Hisê bidarvekirî hat dîtin

Hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê, her rojê bi şêwazekî nû eşker dibe. Ciwanê Kurd ê 18 salî, piştî ji gundê xwe hatî qewitandin, herî dawî li gundê Hisê yê Mabatayê bidarvekirî hat dîtin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan, ev bûyer piştrast kir û ragihand ku ciwanekî Kurd ê 18 salî yê bi navê ‘Mihemed Mistefa Yûsêf’ li gundê Hisê yê Mabatayê bidarvekirî hatiye dîtin.

Çavdêriyê da zanîn ku Mihemed ji gundê Hec Qasima ye û ji ber gefên çeteyên Tirk, tevî malbata xwe ji gund hatibûn qewitandin.

Çeteyên Tirk, bacan li ser ajokaran disepînin

Malpera Afrîn Post jî ragihand ku çeteyên Tirk, bêserûber bacan li ser ajokaran disepînin.

Malperê, da zanîn ku çete ji her erebeyekê, li ser çûn an jî hatinê 10 hezaran distînin.

Back to top button