Dadwer, hunermend û siyasetmedarên kurd anîn ziman ” Ji bo dagirkeriya Tirk berfireh nebe û kurd nebin kaxezek di destên dewletên derve de, divê yekîtiya xwe ya netewî ava bikin.”
Endamê Peywendiyên Komeleya Dadger a Hewlêrê Ebdulkerîm Xoşnaw destnîşan kir ku ti welat dostê Kurdan tune ne û anî ziman “Siyaseta navnetewî ne di berjewendiya Kurdan de ye. Divê Kurd xwedî stratejiya xwe bin û dijî pirsgirêkan yekîtiya netewî ava bikin.”
Hunermend Loqman Selîm jî di vê çarçoveyê de bang li hemû partî, siyasetmedar û hunermendên kurd kir ku li dijî dagirkeran xwedî yekhelwest bin.
Yuksel Koç: Divê Kurd bi Rihê seferberiya Kobanê li berxwedana gerîla xwedî derkevin
Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç derbarê êrişên dewleta Tirk de bang li Kurdan kir ku xwedî li gerîla derkevin û tekez kir “Divê bi ruhê seferberiyê, mîna pêvajoya Kobanê li her derê xwedî li berxwedana gerîla were derketin.”
Dadwer, hunermend û siyasetmedarên Kurd banga yekîtiyê kirin
Dadwer, hunermend û siyasetmedarên Kurd jî anîn ziman ku ji bo dagirkeriya Tirk berfireh nebe û kurd nebin kaxezek di destên dewletên derve de divê yekîtiya xwe ya netewî ava bikin.
Hunermend Loqman Selîm di vê çarçoveyê de bang li hemû partî, siyasetmedar û hunermendên Kurd kir ku li dijî dagirkeran xwedî yekhelwest bin.