24 kes di êrîşên Îsraîlê yên Asîmanî de hatin kuşin û 103 jî birîndar bûn

Aloziya Îsraîl û Filistînê pişît van pevçûnên dawî, gihîşt asta pêkanîna operasyonan. Artêşa Îsraîlî 130 êrîşên asîmanî li dijî tevgera Hemasê pêk anîn û jimareke kuştî û birîndar çêbûn. Li dijî vê, Hemasê zêdeyî 200 mûşekî avêtin aliyê Îsraîlî û ragihand ew ê ranewestin. Di heman demê de, li gelek bajaran pevçûn navbera polîs û rû dan. 

Piştî êrîşên îsraîlê yên li hember xezayê.
Ev 2 roje di navbera polîsên Îsraîlî û hêzên Filistînî, Şer gûr bûye.

Îsraîlê bi navê operasyona “Haris El-Eswar” 130 êrîşên asîmanî li dijî Tevgera Hemasê ya li Xezayê pêk anîn.

Ji ber êrîşan, 24 kes di nav de 9 zarok hatin kuştin û zêdeyî 103 jî birîndar bûn.

Tevgerên Filistînî jî li dijî operasyona navborî, berxwedana “Seyf El-Quds” bi daxuyaniyekê ragihand.

Li hember van bombordûmanan, Filistîniyan ji şeva Duşemê heya vê sibehê ve, zêdeyî 200 mûşek avêtine aliyê Îsraîlî.

Artêşa Îsraîlî destnîşna kir ku pergala wan a parastinê gelek ji van mûşekan anîne xwarê.

Îsraîl: Ne dûr e em operasyoneke bejahiyî jî pêk bînin

Berdevkê artêşa Îsraîlî Heday Zilbermann jî da zanîn ku ne dûr e operasyoneke bejahiyî li dijî Filistîniyan were destpêkirin.

Îsraîlê rewşa awarete li dora bajarokên nêzî Xezayê ragihand

Li gorî Ajansa “The Times of Israel”, Wezîrê Parastinê Benny Gantz duh li bajarokên ku 80 km. dûrî Xezayê ne, rewşa awarte heya 48 saetan raginhand.

Tevgera Hemas got ku ew ê pêkanîna operasyonan li dijî Îsraîlî venegerin, eger ya dawî venegere.

Ragihandina Îranî: Huzbulaha Libnanî amade ye darbeyan li Îsraîlê bide

Li gorî ragihandina Îranî, Huzbulaha Libnanî jî amade ye ku darbeyan li dijî Îsraîlê pêk bîne, “eger tevgerên Filistînî bixwazin.”

Li bajarê El-Lid ê ku nêzî 38 km. dûrî Qudsê ye, pevçûnan navbera polîs û Filistîniyan rû da.

Di navberê de, niştedagîrekî Îsraîlî derfet keysbaz kir û ciwanê Filistînî Mûsa Hesûne kuşt, polîsan jî nêzî 16 ciwan binçav kirin.

Li Bêt Lehimê jî polîsan gaza rojdikrêj li dijî xwepêşanderan bi kar anî.

Her wiha li Qudsa Rojhilatî polîsan da ku xwepêşanderan ji hev belav bikin, bombeyên dengî bi kar anîn.

Tê payîn îro “Rêxistina Hevkariya Îslamî”, her wiha “Komkara Erebî” der barê van geşedanan de bicive.

Back to top button