Fermandariya Giştî ya YPJ′ê diyar kir ku bi boneya salvegera 5′emîn a destpêkê êrişa li ser Efrînê ew ê bi rihê şehîdên Berxwedana Serdemê û şehîdên Gurzê Gelan tê bikoşin û got:
“Em ê axa xwe rizgar bikin û armancên şehîdên xwe pêk bînin.”
Di daxuyaniyê de YPJ`ê de ev hat gotin:
Bi rihê şehîdên berxwedana serdem ê em ê dagirkeran têk bibin.
Hişmendiya dagirker a ku vîna gelan napejirîne û dijminahiya demokrasî û azadiyê dike, bi qirkirin, komkujî û dagirkirinê ve hewl dide ku hebûna axa azad û civaka azad ji holê rake.
YPJ di daxuyaniya xwe de berxwedaniya gel silav kir û wiha pêde çû:
“Gelê me yê welatparêz yek kêliyê pişta şervanên xwe berneda.
Em soz didin gelê xwe yê xwedî rûmet û her hevalekî xwe yê ku li ser axa Efrînê xwîna xwe rijand û hemû şehîdên Gurzê Gelan ku bûne şehîdên azadiyê.
Em ê welatê xwe ji dagirkeran re nehêlin.”