5 sal berê di roja 20`ê çileya 2018`an de dewleta Tirk bi 72 balafirên şer êrişî Efrînê kir.
Êriş piştî Rûsiya leşkerên xwe ji Efrînê vekşand pêk hat.
Artêşa Tirk di wê rojê de bi 6 hezar leşker û 25 hezar çeteyên xwe êrişî Efrînê kir.
Şêniyên Efrînê û şervanên wê hemû hêza xwe bi navê Berxwedana Serdemê efsaneyên dîrokî rê kirin.
Artêşa Tirk û komên wê yên çete seranserî bajar û navçeyên wê bi dijwarî topbaran û bombebaran kir.
Ji ber bê dengiya cîhanê gelê Efrînê li beranberî komkujiyan re rû bi rû ma.
Di encamê de, bi sedan ciwan, jin, kal û zarok bûn armanc da ku koçberiya komî pêk were.
Ji wê roja rewş ve li Efrînê hovîtî û sûcên li dijî mirovahiyê pêk tên.
Li gorî bîlancoya Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê di 5 salan de:
- 8 hezar û 644 welatî li Efrînê hatin revandin.
- 663 kes di nav de 96 jin hatin kuştin.
- Rûxandin û diziya 59 cihên dîrokî.
- 3 milyon 67 hezar dar hatin birîn..
- 13 hezar û 500 dar û 12 hezar hêktar erdên çandiniyê û daristan hatin şewtandin.