Dewleta Tirk di 20`ê Çileya 2018`an de êrişî kantona Efrînê kir.
Di encamê de 18`ê Adarê Efrîn dagir kir.
Çalakvanê siyasî Cibraîl Mistefa dibêje:
Dewleta Tirk Efrîn dagir kir ji bo ku Mîsaqî Mîllî pêk bîne.
Cibraîl Misetefa diyar kir ku Di 5 salan de, dewleta Tirk siyaseta pêşiyên xwe meşand û got :
Destpêkê êriş dike.. Şêniyan koçber dike..
Demografiya wê diguhere ji bo civakê ji hev bixe..
Heta ku nasnameya wê bi temamî diguhere.”
Cibraîl Mistefa behsa armancên din ên dewleta Tirk a dagirker kir û got:
“Dewleta Tirk armanc dike, hemû pêkhateyên herêmê bi kar bîne nexasim a sunî.
Zihniyeta selefî li wan ferz bike.
Diyardeya koletiyê mîna serdema osmaniyan biafrîne. ”
Cibraîl Mistefa dawiyê tekez kir ku Dewleta Tirk armanc dike li herêmê û Mîsaqê Millî pêk bîne.