Êrişa DAIŞ’ê li dijî zindana Sînaa ya Hesekê

Salek beriya niha çeteyên DAIŞ`ê di saetên êvarê de êrişî girtîgeha Sîna ya Hesekê kirin.
Di girtîgehê de bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê yên hatibûn bi cih kirin.
Gelek komên intîharî yên DAIŞ`ê tevlî êrişê bûn.
Divê êrişê de 121 şervan şehîd bûn.
374 çeteyên DAIŞ`ê jî hatin kuştin.

Destpêka êrişê saet di 19.20`an de erebeyek li ber dergehê girtîgehê hate teqandin.

Paşê êriş ji sê aliyan ve pêk hat.

Çeteyan beriya êrişê tunel di malên li taxên Xwêran û Zihûr kola bûn.

Çeteyên êrişkar zarokên DAIŞ`ê yên bi navê “Eşbal El-Xîlafe“ wekî mertal bikar anîn.

li gorî daxuyaniya dawî ya fermandariya QSD`ê şerê li dijî êrişa DAIŞ`ê 7 rojan dewam kir.

Di encamê de çeteyên DAIŞ`ê yên êrişkar 4 sivîl û 77 karmendên girtîgehê û parêzvanên wê bi hovane şehîd kirin.

Bi giştî 121 şehîdên girtîgha SÎna li dijî çeteyan evsaneyeke din li dîroka berxwedana herêmê zêde kirin.

374 çeteyên DAIŞ`ê jî hatin kuştin.

Back to top button