Ozturk: Dewletên di bin sîwana NY de çekên kîmyewî didin Tirkiyê

Partî û rêxistinên siyasî yên Bakurê Kurdistanê jî nerazîbûn nîşan dan û diyar kir ku bi kar anîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve sûcekî li dijî mirovahiyê ye.
Her wiha bang li gelê kurd û raya giştî ya cîhanê hate kirin ku bikevin nava liv û tevgerê

Derbarê êrişên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîla partî û rêxistinên bakurê Kurdistanê nerazîbûn nîşandan.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP), daxuyanîyeke hevpar dan.

Daxuyanî li Buroya Şêwirînê ya Navenda Giştî ya DBP’ê ya Amedê hate dayîn.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku desthilata Tirkiyê sûcên li dijî mirovahiyê dike û wiha got:

“Ev şer, di sala 2015’an de bi girankirina tecrîda li Îmraliyê re dest pê kir.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê konsepta xwe ya şer hê jî kûrtir kir.

Hemû çekên qedexekirî û çekên kîmyewî li Kurdistanê bi kar tîne.

Dewletên di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî (NY) de cih digirin jî van çekan didin Tirkiyê.”

“Ji bo xwedîderktina li rûmeta mirovahiyê divê her kes têkeve tevgerê”

Ozturk destnîşan kir bêdengî cesaretê dide dewleta Tirk û wiha domand:

“Gelek caran bangawazî hatin kirin lê di serî de NY, tu sazî neketin nava hewldanan û xwe li bêdengiyê danîn.

Êdî raya giştî vî sûcê li dijî mirovahiyê bi dîmenan dibîne.

Bêdengiya parazvanên mafên mirovan, cisaretê dide Tirkiyê.

Banga me ji bo kesên demokrasî û azadiyê diparêzin ev e; rûmeta mirovahiyê li Kurdistanê tê binpêkirin.

Em nikarin bi bêdengiya xwe xwedî li rûmeta mirovahiyê, demokrasî û azadiyê derbikevin. Ev yek nayê qebûlkirin.

Divê êdî hemû kes bikeve nava liv û tevgerê. ”

Nûnerên partiyên siyasî jî axivîn û bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla şermezar kirin û banga têkoşîn û xwedîderketina li berxwedana gerîla hat kirin.

17 Gerîla bi çekên kîmyewî şehîd bûn

Back to top button