Serhildanên li Îran û Kurdistanê di roja 33. de didome

Serhildana gel ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bi pêşengiya jinan di roja 33’an de didome.
Li gelek bajaran dîsa gel li qadan bûn û daxwaza azadiyê kirin.
Hat ragihandin di êrişên hêzên rejîmê de heta niha 215 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran kes jî hatine binçavkirin.

Raperîn û serhildanên gel ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, bi pêşengiya jinan di roja 33’an de didome.

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku 215 kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatine kuştin ku 27 kes temenê wan li jêr 18 saliyê de ne.

“Di êrişên rejîma Îranê de 215 kesan jiyana xwe ji dest dan”

Her wiha bi hezaran kes jî hatine binçavkirin.

Li beramberî van êrişan gel dev ji daxwaza xwe ya azadiyê bernadin û her roj di nav çalakiyan de ne.

Duh bi şev jî di roja 32. de nerazîbûn û çalakîyan berdewam kir.

Li bajarên Seqiz, Sine û Mehabatê gel careke din bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” li qada bûn.

Li taxa Nayser a Sine jî hêzên rejîma Îranê rasterast xwepêşander gulebaran kirin û hin xwepêşandêr birîndar bûn.

Her wiha li bajarên Îranê, Tehran, Bender Ebas û Abadanê jî xwepêşandan û grev dike.

Gelê Ehvazê careke din daketin qadan û rejîma Îranê pirotesto kirin.

Duh bi şev li bajarê Şîrazê jî gel bi dirûşma “Bimre dîktator” li qada bûn.

Xwandekarên li zanîngehên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê jî tevlî dersan nebûn û careke din çalakiyên xwe berdewam kirin.

Li Abadanê jî şofêrên wesayîtên veguhestina sotemeniyê dest bi grevê kirin û rê li veguhestina benzîna ji bo bajarên din girtin.

Back to top button