Li Efrînê çeteyên dewleta Tirk 2 kes ji navçeya Şera revandin

Bi êrişên rojane yên li ser herêmê re, çeteyên dewleta Tirk li Efrînê jî binpêkirinên xwe didomînin.
Çeteyên dagirker herî dawî du hevjînên hev ên ji gundên Qitmê yê Efrîna dagirkirî, revandin. MIX

Li gorî agahiyên ku ajansa Hawarê bi par ve kirine çeteyên dewleta Tirk a dagirker du hevjînên hev revandin.

Li gorî agahiyên ajansê, navê kesên revandî wiha ne : “Adil Oso (43) û Xedîce Oso ji gundê Qitmê ya girêdayî navçeya Şerayê ne. ”

Her wiha hat zanîn ku her du kes dema ku derbasî bajarê Efrînê dibûn, 19`ê vê mehê hatine revandin û heta niha tu agahî li ser wan tune ne.

Li aliyekî din duh jî çeteyan 3 kes di nava wan de jinek ji navçeyên Şera û Bilbilê revandin.

Back to top button