Ji bo piştgiriya gerîla ciwanan li welatên Ewropa dest bi meşên dirêj kir

Bi armanca piştgiriya berxwedana gerîla û dijî êriş û dagirkeriyê ciwanan li welatên Ewropayê dest bi meşên dirêj kirine. Li Swîsra, Almanya, Yewnanistanê û Londonê ciwanan dest bi meşa dirêj kirin.

Bertekên li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê li derveyî welat jî bi çalakiyên cuda têne şermezarkirin.

Îro li gelek welatên Ewropayê ciwanên Kurd û dostên wan ji bo xwedîderketina li berxwedana gerîla dest bi meşên dirêj kirine.

Li Swîsreyê bi pêşengiya TÇŞ’ê dest bi meşa dirêj hate kirin

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger -TCŞ’ û Jinên Ciwan ên Têkoşer li Swîsreyê ji bo silavkirina berxwedana gerîla meşa dirêj hate lidarxistin.

Meş li Qada 1’ê Gulanê dest pê kir.

Di meşê de daxuyanî hat dayîn û hat diyar kirin ew ê bi pêşengiya ciwanan êrişên li dijî xaka Kurdisatnê têk bibin.

Ciwana teqez kirin ew ê li pişta gerîla bin û wê çalakiyên wan dewam bikin.

Meşa dirêj a li Almanyayê di roja duyem de dewam dike

Li Almanyayê jî meşa dirêj ku bi pêşengiya ciwanan destpê kiriye di roja duyem de bi coşeke mezin dewam dike.

Ciwan serê sibehê li ber stasyona trênê ya navendî ya bajarê Essenê li hev civiyan û dest bi meşê kirin.

Hate ragihandin dê çalakger di roja sêyem de ber bi Dûîsbûrgê ve bi meşin.

Ciwanên Yunanistanê li dijî êrişan dest bi meşê kirin

Her wiha li Yunanistanê jî ciwanan dest bi meşê kirin.

Beşdarên meşê pankartên bi nivîsa “Li dijî xiyanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê; wêneyê Rêber Ocalan û alên PKK’ê rakirin.

Di destpêka meşê de daxuyanî hate dayîn û hate ragihandin li hemberî hêzên komploger û xiyanetê jî berxwedana gerîla wê teqez bi ser bikeve.

Di dawiyê de banga bilindkirina têkoşînê li herkesî hate kirin

Meşa dirêj li londrayê bi coşeke mezin destpê kir

Meşa dirêj a li Londonê jî li ser rêya Herfordê dest pê kir.

Bang li ciwanan hate kirin ku Kurdistanê biparêzin û xwedî li berxwedana gerîla derkevin.

Back to top button