Jina têkoşer û rojnamevan Şîlan Kobanê

Îro salvegera 19. a şehadeta endama Komîteya Navendî ya PYD`ê şehîd Şîlan Kobanê û hevalên wê ye.

“Çavkaniya bêrîkirinên jiyana mezin ya şehîdên me ; di kevana bi bereket de, navenda çavkaniya zayîna şaristaniyê ye… ew firîşteyên welatê bihûştêne…”

Endama desteya rêveber ya navendî a PYD ê Meysa Baqî (Şîlan Kobanî) ; bi wan peyvan hehsa hevalên xwe yên jin ên di tekoşîna azadiyê de şehit ketine kiribu.

Şilan Kobanê; di sala 1971’an de li Rojava Kürdistan’ê li gunde kor ali yê girêdayî bajarê kobanê ji dayik dibe.

Di temeneke biçûk de bi malbata xwe re mecbur man koç Helebê bikin.

Di bin zordariya rejîma Baas ya Suriyê de di malbateke welatparêz de mezin bû.

1982 de dema 11 saliya xwe de rêber Abdullah Ocalan dema ziyaretkirina mala wan ya li Helebê de nasdike.

Di nivîseke xwe ya biranînê de wiha gotibû

“Ew kêliya herî bi wate ya di jiyana min de bû.

wê rojê fêmkir ku wê êdî jiyana min weke berê dewam neke.

Ez evîndarê Kurdistan û azadiyê bibim û ez ê peyde biçûma…

Ez ji çiyan hezdikim. Ez dixwazim azad bibim, jinên ku li ser xaka min dayîk bûne. Ev xeyalê min yê herî mezine…”

Şîlan tişta ku gotibû kire meriyetê…

Di Tebaxa 1988’an de li bajarê Helebê tev li têkoşîna tevgera azadiyê ya Kurdistanê dibe.

Tevî 4 hevalên xwe berê xwe dide Lubnanê û li wir tev li akademiya Mehsûm Korkmaz bû.

Di sala 1995’an di kongrê de de wek endama komîteya navendî ya tevgera jinan, (YAJK)ê tê hilbijartin.

Di şertên herî zehmette , bi sekna xwe ya rast ve bû çavkaniya hêz û moralê ya hevalên xwe.

Bi lidarxistina PYD’ê re di sala 2003`yan de wek Endama desteya rêveber a partiyê hate hilbijartin.

Paşê berê xwe da Rojava da ku beşdarî çalakiyên rêxistinî bibe.

Demea ku li bajarê Mûsilê çalakiyên rêxistinî meşandin, di 29’ê Mijdara 2004’an de, tevî 4 hevalên xwe Zekeriya, Ciwan, Fûad û Cemîl li bajarê Mûsilê di encama komployeke hevpar hatin şehîdkirin.

Şîlan Kobanî tenê ne ji bo xwe, ji bo tevahî jina mîras û hêviyeke şoreşê li pey xwe hişt.

Heke şoreşa rojava ya jin îro li tevahî cîhanê gav bi gav deng vedide û dibe navê hêviyan, ji ber di havênê wê de Şîlan Kobanê heye.

Li rojava “firîşteyên welatê bihûştê” bi navê Şîlan li pey eşqa azadiyê berxwedan didome / wê bidome…

Back to top button