Erdhejek bi hêza 5.1 li Kirmanşana Rojhilatê Kurdistanê çêbû û erdhej li peytexta Iraq Bexdayê jî hat hîskirin.
Îro di saet derdora yekê piştî nîvro de erdhejek bi pileya 5.1 li parêzgeha Kirmaşan û Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê çêbû.
Li gorî navenda erdhejê ya Tehranê navenda erdhejê li bajarê Giyelan ya dikeve rojavayê parêzgeha Kirmaşanê ye û bi kûrahiya 8 kîlometreyan bû.
Ji tirsa ku erdhejek din jî rû bide, xelkên herêmê heya demekî ji malên xwe derketin.
Li gorî berpirsên bajarê Giyelanê jî ti ziyanên canî û madî çênebûne.
Her wiha hêza vê erdhejê heya parêzgehên Xaneqîn û Bexda yên Iraqê hat hîskirin.