Çalakiyên gerîla bê navber didomin

Gerîlayan li herêmên Zap û Metîna li hêzên dagirker xistin.
Li gorî daxuyaniya HPG’ê di encama çalakiyên gerîlayan de 5 leşkerên Tirk hatin kuştin û yek jî birîndar bû. Her wiha derb li helîkoptereke skorsky hate xistin.
HPG’ê diyar kir dewleta Tirk careke din 6 caran bi çekên kîmyewî qadên gerîla bombebarankirin.

Berxwedana gerîlayan a li dijî êrişên dewleta Tirk ya dagirker ên li ser başûrê Kurdistanê bê navber didome.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên dewleta dagirker û çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir tevî hemû êrişên dijwar yên hêzên dagirker jî berxwedana gerîlayan bi ruhekî fedayî û biryardarî dewam dike û ev agahî parve kir;

Li Zap û Metîna 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 17’ê Cotmehê li qada Çemço ya herêma Zapê bi rêbaza sabotajê li hêzên dagirker hate xistin ku dixwestin dûmana jehrî berdin nava çeperên şer.

Di encama vê çalakiyê de dagirkerek hate kuştin.

18’ê Cotmehê dîsa li qada Çemço di encama çalakiya bi çekên giran ya tîmên bi tevger de 2 dagirker hatin kuştin.

Heman rojê li Qada Şehîd Adil derb li helîkoptereke skorsky hate xistin ku dixwest dagirkeran li qadê dayne. Helîkoptera ku derb xwar neçar ma ji qadê dûr bikeve.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de 16’ê Cotmehê li Qada Bektorya ya Heftenînê li hêzên dagirker hate xistin.

Dagirkerên ku derb xwarin li nava erazî belav bûn.

Hêzên me 17’ê mehê careke din li van dagirkeran xistin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

18’ê Cotmehê tîmên me yên bi tevger li Girê Amediyê yê Metîna 120 kg teqemenî îmha kirin ku dagirkeran ji bo bombebarankirina çeperên şer amade kiribûn.”

6 caran bi çekên kîmyewî qadên gerîla hat bombebarankirin

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk ya dagirker 6 caran bi çekên kîmyewî, 15 caran bi balafirên şer, 58 caran bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran jî bi obus û hawanan qadên gerîla bombebarankirin.

Back to top button