YPG: Şervanê me Çekdar Efrîn di encama nexweşiyê de şehîd bû

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (YPG) ragihand ku Şervanên wan Çekdar Efrîn di encama nexweşiyê de şehîd bûye.
YPG’ê sersaxî ji gel û malbata şehîd re xwest.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (YPG) derbarê şehadeta şervanê wan Çekdar Efrîn, daxuyaniyek nivîskî da.

YPG’ê diyar kir şervanê wan Çekdar Efrîn, demeke dirêj bû bi nexweşiya kezebê ketibû, tevî hemû hewldanan jî 18’ê Cotmehê tevlî karwanên nemiran bû.

YPG’ê derbarê jiyan û têkoşîna şehîd Çekdar de wiha got,

“Hevrêyê me Çekdar sala 1980’î li bajarê Efrînê ji dayîk bûye û di emrê xwe yê ciwantiyê de Tevgera Azadîyê nas dike.

Cihê ku lê mezin bûyî herêmêke bi welatparêzîya xwe tê nasîn û gelê me yê vê herêmê keç û xortên xwe yên herî delal tevlî têkoşîna azadîyê kirine.

Hevrê Çekdar jî bavê 3 zarokan e û ji wan du zarokên xwe tevlî têkoşîna azadîyê kiriye.

Di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de cîhê xwe di enîyên pêş de digre.

Çawa ku hedef û armanca her welatparêzekî me rizgarkirina Efrînê ye heman rengî armanca hevrê Çekdar jî li ser vê bingehê bû.

Hevrê Çekdar ji bilî qada leşkerî di qadên din de jî xebat meşandiye û xizmet kiriye.”

YPG’ê di dawiyê de sersaxî ji malbatê şehîd Çekdar û gel re xwest û diyar kir ewê ked û xizmeta şehîd Çekdar ti car ji bîr nekin û di têkoşîna xwe de bidin jiyandin.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîd wiha ye:

  • Nasnav: Çekdar Efrîn
  • Nav û Paşnav: Hesen Mihemed
  • Navê Dayikê: Rehîma
  • Navê Bav: Ehmed
  • Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb | 18’ê Cotmeha 2022`yan.
Back to top button