Rêveberiya Xweser di 10′ê Hezîranê de ragihand ku dest bi darizandina çeteyên DAIŞ′ê bike.
Darizandin dê li gorî qanûnên navneteweyî û herêmî yên taybet bi terorê be.
Têkildarî mijarê, xelkê Kobanê axivîn.
Şêniyan bang kir ku di darizandina çeteyan de beşdar bin.
Welatiyê bi navê Fatme Muslim Îsmaîl got:
Divê rola malbatên şehîdan di darizandina çeteyên DAIŞ′ê de hebe.
Dema hatiye ku çete berdêla komkujiyên li dijî zarokên me pêk anîne, bidin.”
Divê li Kobanê û li Qada Jina Azad werin darizandin.”
Fatme Mihemed Îsa jî soz da ku ew ê tola şehîdanên xwe hilînin.
Welatiyê bi navê Necme Kinco jî aliyê xwe ve dibêje:
Em ê bi rêya darizandina wan bi destê zarokên şehîdan be.
Em êtola şehîdên xwe hilînin.
Medîne Elî jî ev bang kir:
Divê darizandina çeteyên DAIŞ′ê li gorî sûcên wan be.
Welatiyên herêmê biryara darizandina çeteyên DAIŞ’ê erênî nirxandin