Welatiyên herêmê biryara darizandina çeteyên DAIŞ’ê erênî nirxandin

Welatiyên herêmê û rûspiyên eşîran biryara Rêveberiya Xweser a darizandina çeteyên DAIŞ’ê erênî nirxand.

Welatiya bi navê Wedha El Ehmed a ji navçeya Holê derbarê mijarê de axivî û ev tişt anî ziman:

”Hebûna çeteyên DAIŞ’ê xetereyeke mezin li ser tevahî gelan e û gefê li ewlehî û istiqrara herêmê dixwe.”

Welatiyê bi navê Besam Mihemed jî destnîşan kir ku xetereya çeteyên DAIŞ’ê li ser tevahî cîhanê ye.

Û da zanîn ku van çeteyan gelek sûc li dijî niştecihên herêmê kirine.

Serokê Desteya Rûspiyan a Kantona Hesekê Ekrem Mehşûş jî piştgirî da biryara Rêveberiya Xweser û got:

“Ev biryar di demeke guncaw de hat dayîn.

Nemaze ku Rêveberiya Xweser gelek caran bang li dewletan kiribû ku welatiyên xwe yên DAIŞ’î werbigirin.”

Ekrem Mehşûş bang li Konseya Ewlekariyê kir ku di darizandina van çeteyan de piştgiriyê bidin QSD’ê.

“Divê cezayê herî giran li çeteyên DAIŞ’ê bê birîn”

 

Back to top button