QSD: Ti hêzên wan şehîd nebûne, dewleta Tirk şerê taybet dimeşîne

QSD’ê îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk ku gotibûn wan li herêmên dagirkirî şervanên YPG’ê şehîd xistine, derewandin û diyar kir ku ev daxuyanî bi armanca şerê taybet hatiye dayîn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê, bi daxuyaniyekê li ser malpera xwe, bersiv da îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker.

QSD di daxuyaniya xwe de dibêje:

“Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker, vê dawiyê û di dîrokên cuda de, li ser hesabên xwe yên medyaya civakî bi armanca şerê taybet, hinek daxuyaniyan dide.

Di wan daxuyaniyan de, tê ziman ku qaşo li herêmên di bin dagirkeriya wan de, 6 şervanên YPG’ê hatine şehîdxistin.

Ew daxuyaniyên bi vî awayî bi armanca şerê taybet tên dayîn û ti eleqeya wan bi rastiyê re tune ne.”

Back to top button