Li Brooklyn efserek hat kuştin û yek jî birîndar bû

Ev 9 roj in li Amerîkayê, bi dehhezaran kes li dijî nijadperestiyê dadikevin kolanan. Polîsên New Yorkê ragihand ku li Brooklyn efserekî Amerîkî hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Li gorî polîsê, her du efser li kolana Flat Bush û dêra li Brooklynê birîndar bûn û ji bo dermankirinê, ew rakirin nexweşxaneya Kings County.

Ev bûyer di çarçoveya xwepêşandanên Floyd de pêk hat.

Hefteya borî, ji ber welatiyê bi navê George Floyd li ser destê polîsekî Amerîkî ve hatibû kuştin, xwepêşandanên girseyî têne lidarxistin.

Pentagonê daxwaza Trump a bikaranîna artêşê red kir

Duh wezîrê parastinê yê Amerîkayê Mark Esper jî li dijî Koşka Spî sekinî û daxwaza Trump red kir, ku serokê Amerîkî xwestibû artêş dakeve qadan û li dijî xwepêşandanan tundiyê bi kar bîne..

Back to top button