Ji bilî zextên li dijî ziman, çand û giştî gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê, zextên AKP’ê li dijî HDP’ê di dema dawî de, zêde bûne. Parlementerê HDP’ê Mehmet Tiryakî, ev zext nirxandin û ji bo daxuyaniya Waliyê Êlihê ku gotibû “qaşo hevserok” got: “Ji niha û pê ve, em ê jî bêjin qaşo qeyûm, qaşo walî.”
Tiryakî anî ziman ku her diçe zext û zoriyên li ser partiya wan zêdetir dibin û got,
“Ev jî ji ber ku her diçe AKP lawaz dibe. Li gel hemû zext û zoriyan jî HDP’ê deshilatê ditengijîne.”
Hatîmogûllari: Kêr êdî gihîştiye hestî
Alîkara Hevserokên HDP’ê Tulay Hatîmogûllari jî bang li mûxalîfan, rêxistinên girseyî yên demokratîk û rêxistinên civakî yên sivîl kir û got:
“Demeke dirêj e li dijî HDP’ê û pêkhateyên wê zexteke giran heye.
Mafên mirovan û demokrasî li vî welatî tên kuştin.
Ji bo em karibin van ji nûve ava bikin, bêyî ku dereng bibe, divê em têkoşîna xwe bilind bikin.”