Rêveberiya Xweser 10 zarokên DAIŞ’î radestî şandeyeke Rûs kir

Rêveberiya Xweser 10 zarokên DAIŞ’ê yên li Kampa Roj radestî şandeyeke Rûsyayê kir.

Şande ji Cîgihar Seroka Komsiyona Mafên Zarokan a Rûsya Alîna Alexanderova û Cîgirê wê Sergey Îgorvêş pêk dihat.

Şande ji aliyê Berdevkê Daîreya Têkiliyên Derve li Qamişlo Kemal Akif ve hate pêşwazîkirin.

Kemal Akif di hevdîtinê de axivî û got:

“Rêveberiya Xweser dê alîkariya Rûsya û tevahî welatên din ji bo vegerandina zarokan li welatên wan bike.”

Her wiha Alîna Alîxanderova jî spasiya Rêveberiya Xweser kir û diyar kir dê alîkariya wan di vî aliyê de dewam bike.

Piştî hevdîtina her du aliyan Rêveberiya Xweser 10 zarokên DAIŞ’î radestî şandeyê kir.

Back to top button