Hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî

Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê 69 darên zeytûnê birîn û bac li xelkê Mebatayê ferzkirin.

Efrîn POST ragihand ku çeteyên bi navê Siqûr El-Şemal 55 darên zeytûnê yên li ser rêya Zeariyê û 14 dar jî li gundê Dar Giryê birîn.

Ew dar jî, milkên welatiyên bi navê Ehmed Oso û Hemîd Nasir bûn.

Li navçeya Mebatayê jî çeteyên El-Hemzat û Suleyman Şah li ser xwediyên zeviyên darên tirî bacan ferz dike.

Hate gotin ku çete li ser her dareke tirî dolarekê distîne.

Li aliyekî din jî welatiyê Kurd ê bi navê Egîd Hemo yê 30 salî ji aliyê Hêzên Ewlehiya Siyasî ya Hikûmeta Şamê ve hate revandin.

Efrîn NEWS 24 da zanîn ku Egîd Hemo dikana wî ya kirasan li navçeya Fafînê heye û bi armanca kar, berê xwe dide bajarê Nubil yê li bakurê Helebê dikeve û li wir tê revandin.

Hêjayî gotinê ye, ku Egîd Hemo ji xelkê Gurzêla ya navçeya Şêrawayê ye.

Li Efrînê talankirina li dijî xwezayê didomin

Back to top button