Bîlançoya qurbanên lehiya li Hewlêrê bilind bû

Berî çend rojan li Hewlêrê ji ber barana zêde, lehî rabû. Bîlançoya qurbanên lehiyê bilind bû. Jimara qurbanan bû 12 kes. 

16’ê mehê li bajarê Hewlerê ji ber barana zêde lehî rabû û zarok jî di nav de gelek kes bûn qurban.

Tevî qurbanan ziyaneke mezin li bajêr çêbû.

Waliyê Hewlerê Umêd Xoşnaw, bîlançoya lehiyê eşkere kir.

Xoşnaw, diyar kir ku lehî li 15 bajarokên Hewlerê çêbû.

Û eşkere kir ku bîlançoya qurbanan bilind bû û jimar bû 12 kes.

Xoşnaw destnîşan jî kir ku heta niha cenazeyê 2 kesan nehatine dîtin.

Her wiha ragihand ku ji ber lehiyê bi qasî 21 milyar dînar jî xesara madî çêbûye.

Back to top button