Erdogan gefa girtina “Encerlîk” li Emerîkayê dixwe

Erdogan, êdî baregeha Encirlîk weke kaxezekê li dijî Emerîka bikar tîne û gefa girtina wê dixwe.

Ev yek jî piştî biryara naskirina qirkirina Ermenan û lêkolînkirina cezayan li ser Tirkiyê derdikeve holê.

Serokomarê Tirkiyê diyar kir ku,” ew ê bersiva cezayên Emerîkî bidin û ne dûr e baregehên Încirlîk û Kuracik a radarê bidin girtin”.

Di hevpeyvîna xwe li gel weşanên hevbeş yên sê televisionên Tirkiyê de Erdogan destnîşan kir, “erêkirina Meclisên Rûspî û Cngerssê ji biryara naskirina qirkirina Ermenan siyasî û bê giranî ye”.

GIRTINA BAREGEHA ENCERLÎK
PENTAGON: HEBÛNA ME BI RAZÎBÛNA TIRKIYÊ YE

Pentagona Emerîkî jî weke bersiv ragihand ku, “ew hewl didin peywendiyên xwe li gel Tirkiyê baş bikin”.

Wezaretê da zanîn ku “hebûna hêzên wan li wan baregehan, bi razîbûna Tirkiyê çêbûye û weke sembolekê ji bo dewamkirina hevkariya NATO’yê ye”.

Leave a Reply

Back to top button