Rêxistina Efûyê ya Navdewletî: Hejmara qurbaniyên xwepêşandanên Îranê bilind bû 304’an

Bi bîlançoyeke nû, Rêxistina Efûyê ya Navdewletî ragihand ku hejmara qurbaniyên xwepêşandanên Îranê ji 208 kesan bilind bû 304an.

Li gorî daxuyaniya rêxistinê, hîna hêzên ewlekariyê bi ser hemû deverên Îranê de digirin û derbasî mal û cihê kar dibin û xelkê binçav dikin.

Rêxistina Efûyê di daxuyaniya xwe de, bang li Tehranê kir ku bilez kesên binçavkirî berde û ji civaka navdewletî xwest ku li beramberî Îranê bisekine û zextê lê bike.

Rêxistina Efûyê ya Navdewletî diyar kir ku ji destpêka xwepêşandan ve, desthilatên Îranî bi hezaran çalakger û rojnamger girtine da devê wan ji ragihandina rastiyê bigire.

Leave a Reply

Back to top button