“Di nava 5 salan de germahî wê 2 qat zêde bibe”

Cîhana me ger dibe û her ku dem derbas dibe jî ev yek bi bûyerên xwezayî yên rûdide re diyar dibe.
Rêxistina Meteorolojî ya Cîhanê ragihand ku cîhan, wê ji pêşdîtinên peymana avhewa ya Parîsê du qat zêdetir germ bibe.

Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê hişyarî da ku di pênc salên pêş de, germahiya li ser rûyê erdê ji ya peymana avhewa ya Parîsê ku dihat pêşbînîkirin zêdetir bibe.

Rêxistinê ev yek jî weke ji sedî 40 ragihand.

Ev rêje li gorî ya ku 2020’an hatî pêşbînîkirin du qat zêde tire.

Sala borî, ihtimala vê rêjeyê ji sedî 20 hat ragihandin.

Bi texmîna nû derket holê ku ji heta 2025’an wê germahiya herî zêde were pêk were û şansê jiyanê jî ji sedî 90 hate diyarkirin.

Her wiha ev yek jî wê bi xwere li Atlantîkê bibe sedema bahozên xeter derbikevin.

Di rapora ku rêxistinê amade kirî de hate gotin, wê germahiya li DYA îsal jî dewam bike û li başûr-rojavayê welat jî wê zuhabûn serwer be.

Li gorî Peymana avhewa ya Parîsê ku 2015’an hatî îmzekirin, heta dawiya sedsalê sînorê zêdekirina germahiya navînîn ya cîhanî wê di 1,5 û 2 pileyan de were bisînorkirin.

Zanyar dibêjin ku germbûn bi şewitandina komir, neft û gaza xwezayî çêdibe.

Back to top button