Li bajarokê Hecînê yê Dêrazorê, di emcama êrîşa li ser 3 karkerên şaredariyê de karkerekî jiyana xwe ji dest da û 2 jî birîndarbûn.
Li gorî nûçeya ANHA’yê, Îro li bajarê Hecînê yê li rojhilatê Dêrazorê kesên ne nas êrîşî 3 karkerên şaredariya gel kirin.
Di encamê de Mihemed Hesûn El-Ibêd jiyana xwe ji dest da, Meşel Hemûd û Silêman El Ebid El Ferec bi giranê birîndar bûn.
Her du keên birîndar diyar kirin, kesên li motorsîkletekê siwar bûbûn, ew gulebaran kirine.



