Pêngava “Tolhildana Şehîdên Reqayê” bi dawî bû

Odeya Operasyonên Hevbeş a Pêngava “Tolhildana Şehîdên Reqayê” îro bi daxuyaniyekê bidawîbûna pêngavê ragihand.
Ev operesyon di roja 9’an de bi dawî bû.
Odeya Operasyonên Hevbeş diyar kir ku di pêngavê de yek jê serçete bi giştî 127 çete hatine girtin.

25’ê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê û Hêzên Asayîşê bi desteka hewayî ya Koalîsyona Navneteweyî li dijî şaneyên DAIŞ’ê pêngava “Tolhildana Şehîdên Reqayê” ragihand.

Pêngav li Reqa, Tebq, Sirîn û gundewarên wan pêk hat.

Di pêngav de, bi dehan nuqte û cihên çeteyan hatin dîtin û herêmên berfireh hatin paqijkirin.

Di vê derbarê de, Odeya Operasyonên Hevbeş a Pêngava “Tolhildana Şehîdên Reqayê” civîneke çapemeniyê li dar xist.

Civîna ku li ber navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li taxa Deriyê ya Reqayê pêk hat tê de bidawîbûna pêngava ku 9 rojan ajot hate ragihandin.

“Di pêngavê de yek jî serçete bi giştî 127 çete hatin girtin”

Di daxuyaniyê de hate diyar kir ku operesyon li ser banga rûspî, şêxên eşîran û şêniyên herêmê pêk hat.

Li gor daxuyaniyê yek jî serçete qaşo “waliyê Reqayê” Etallah El Mîsan jî di nav de 127 çete hatin gitin.

Dervê vê bîlonçoyê jî di daxuyaniyê de hate ragindin ku komek şaneyên terorîst jî hatine bêbandorkirin û di dewamî de ev agahî hate dayîn:

“Wê şaneyê plana êrişa li ser navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn danîbû û desteka lojîstîk pêşkêş kiribû.”

Her wiha Odeya Operasyonên Hevbeş diyar kir ku di pêngavê de hijmareke cebilxane, pirtûk û belgeyên taybet ên rêxistina DAIŞʹê jî ketiye destê wan.

Hêzên hevbeş di operaysona paqijkirinê de kanalên peywendiyê yên di navbera wan de rûxandin, baregehên çalakiyên wan ên muhtemel rakirin û torên tevlêkirina endaman têk birin.

“Em sipasiya şêx û gelên herêmê dikin”

Di dawiya daxuyaniya odeya operasyona hevbeş de wiha hate gotin:

“Em hêzên hevbeş ên Operasyona Tohildana Şehîdên Reqayê, helwesta şêniyên li herêmên operasyonê silav dikin ku alîkarî, desteka pêwîst û bawerî dan hêzên me.”

Back to top button