Beriya 2 rojan Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê ragihand ku 2 Sibatê yanî îro dest bi pêngaveke berfireh a paqijiyê li Hesekê û taxên dikin.
Îro ev pêngav bi daxuyaniyekê hat ragihandin.
Komîteya Jîngeh û Şaredariyê ya Hesekê banga alîkariyê li şêniyan kir.
Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê pêngava paqijiyê li bajarê Hesekê da destpêkirin.
Îro Desteyê, pêngava paqijiyê bi daxuyaniyekê ragihand û bang li şêniyan kir ku binin alîkar.
Desteyê 31’ê Çileyê ango beriya du kete nava tevgerê û ji taxa Eskerî destpê kiribû.
Pêngav, rojane 12 saetan dewam dike.
Pêngav, îro li pêşiya navenda Komîteya Jîngeh û Şaredariyan a li taxa Kelasê pêk hat.
Bi sedan endamên saziyên sivîl, endamên meclis û şarêdariya başûr û bakurê bajarê tevlî pêngavê bûne.