Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El-Xelef komkujiya li gundê Sefawiyê yê navçeya Eyn Îsayê şermezar kir û civaka navneteweyî û Rûsya ji ber bêdengiya wan, hevkarên vê komkujiyê nîşan dan.”
Riyad El-Xelef komkujiya li dijî malbata gundê Sefawiyê ku 4 kes bûn qurban û 2 kes jî birîndar bûn, bi kirineke tirsonek bi nav kir û eşkere kir “Civaka Navneteweyî û Rûsya bi bêdengiya xwe di pêkanîna komkujiyê de hevkar in.”
Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El-Xelef soza parastina sivîlan û sînorên kantonê da û tekez kir ew ê rê li ber dagirkirina xaka Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bigirin.