Serdana Kongresa Emerîkî a Başûr Şandeyê bi Mesrûr Barzanî re civiya

Endamê Kongresa Emerîkî û Serokê Komîteya Hêzên Çekdarî li Emerîkayê Adam Smith, li Hewlêrê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya.
Adam Smith got, Emerîka ji ber siyasetên xwe yên li Sûriyê poşman e û hewil didin ku bawariya bi Emerîkayê re ji nû ve vegere.

Şandeyeke ji Kongresa Emerîkî çû serdana Başûrê Kurdistanê li Hewlêrê û bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya.

Di rûniştinê de mijarên girêdayî herêma Başûrê Kurdistanê û Iraqê hatin nîqaşkirin.

Piştî hevdîtinê Serokê Şandeya Kongresê û Serokê Komîteya Hêzên Çekdarî yê Emerîkayê Adam Smith û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civîneke çapemeniyê ya hevbeş lidarxistin.

SMITH: EM JI BER SIYASETÊN XWE YÊN SÛRIYÊ POŞMAN IN

Adam Smith têkildarî siyasetên Emerîkayê li Sûriyê axivî û wiha got:

“Li Kongresê em bi yek dengî li dijî siyasetên Trump li Sûriyê ne. Emerîka her û her bi Kurdan re ye.

Rêveberiya Trump ji siyasetên xwe yên li Sûriyê paş ve vegeriyaye û poşman bûye û hewil tê dayîn ku baweriya bi Emerîkayê re ji nû ve vegere.”

Endamê Kongresa Emerîkî Smith her wiha diyarkir ku gotinên Trump yên dibêje armanca me ya yekane parastina petrola herêmê ye şaş e. Divê Trump baş bizane ku ew petrol û ew herêm ne milkên Emerîkayê ne.”

SMITH: EM DAXWAZA SÛRIYEKE NÛ DIKIN

Adam Smith destnîşan kir ku ji bo rêgirtina zindîbûna DAIŞ’ê divê desteka bi QSD’ê re bidome.

Endamê Kongresa Emerîkî Adam Smith her wiha got ku Tirkiye zextê dike û rêjîma Sûrî vedigere herêmê, lê ew ji aliyê xwe ve hewil didin ku Sûriyeke nû were avakirin ku cihê Kurdan a xurt tê de hebe.

Leave a Reply

Back to top button