Balafiran Xanesor a Şengalê bombabaran kir

Dewleta tirk a dagirker planên xwe yên qirkirina gelê kurd li Başûrê Kurdistanê jî didomîne.
Balefirên dewleta tirk a dagirker îro navçeya Xanesor a Şengalê û herêma Şêladizê bombebaran kirin.

Li gorî agahiyên Rojnewsê, balafirên şer yên artêşa Tirk a dagirker îro nêzî saet 13.00’an navçeya Xanesor a Şengalê bombebaran kirin.

Balafiran di êrîşê de raste rast malên sivîlan kirin hedef.

Xanesor yek ji navçeyên herî mezin ya Şengalê ye ku piştî şervanên YBŞ’ê herêm ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin Êzidî careke din li warê xwe vegeriyabûn.

ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER
BALAFIRÊN ŞER ŞÊLADIZÊ BOMBEBARAN KIR
Li aliyekî din balafirên şer ên artêşa Tirk çiyayê Kuro Jehro ya bajaroka Şêladizê yê girêdayî Amediyê bombebaran kirin.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin balafiran du car herêmê bombeberan kirine, lê ji ber rewşa ewlekariyê ya li herêmê agahiyên zelal nehate bidestxistin.

Leave a Reply

Back to top button