Hikumeta Avganî: Di nav 6 mehan de, me 700 DAIŞ’Î li Rojhilatê welêt girtin

Hikumeta Avganistanê ragihand ku wan di nava 6 mehan de li rojhilatê welêt 700 çeteyên DAIŞê tevî malbatên wan girtine.

Istixbarata Avganî diyar kir ku di nava girtiyan de, 75 jin û 159 zarok hene.

Her wiha berpirsekî Avganî jî anî ziman ku piraniya van çeteyên hatine girtin jî ji Pakistan û welatên Asyaya Navîn in.

Girêdayî mijarê, berî demekê, nûnerê Emerîka yê taybet bi Avgansitanê Zelmay Xelîl ragihandibû ku tevgera DAIŞ’ê li rojhilatê welêt bi saya operasyonên Emerîkî û Avganî kêm bûye.

 

Leave a Reply

Back to top button