Li Xaneqîn û Daqoqê 3 polîsên Iraqî hatin kuştin

Liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê li Iraq roj bi roj zêde dibe û herî dawî, leşkerek û 3 polîsên Iraqî di êrîşên wan de hatin kuştin.

Duh di seatên êvarî de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî nuqteyeke leşkerên Iraqî li nêzî sînorê navçeya Gulale ya Xaniqînê kir.

Berpirsê Asayîşa bajarokê Kokis Şemal Ebdulrehman diyar kir ku DAIŞ’iyan ji aliyê gundê Islah ve bi çekên segvaniyê êrîş kir û ji ber êrîşê leşkerek bi giranî birîndar bû.

Li nêzî gundê Ereb Koyî yê Kakeyiyan a ser bi navçeya Daqoqê jî, êrîşeke çeteyan rû da û tê de 3 polîs hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Leşkerekî Iraqî li Diyalayê hat kuştin

Li Diyalayê jî li gorî çavkaniyeke Ewlehî di encama êrîşeke DAIŞ’ê de, endamekî artêşa Iraqî li derdora navçeya Celewla hat kuştin.

Back to top button