Pêşangeha 2’yemîn a Wênesazên Pêşerojê li Tebqayê bi dirûşma “Destên biçûk pêşeroja me xêz dikin” û bi beşdariya 25 zarokan destpê kir.
Nûnerên Rêveberiya Sivîl a Tebqayê û bi dehan zarokên bajêr di pêşangehê de amede bûn.
Zarokên bajêr ku temenê wan di navbera 7 û 13 saliyê de tev li pêşangehê bûn.
Li gor Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê destnîşan kir ku armanca wan pêşxistina berhemên zarokan e.
Pêşangeh wê heta 3 rojan dewam bike.