YJŞ: Tolhildana me wê bibe azadiya Rêber Apo û Şengalek xweser

Fermandariya YJŞ’ê bi wesîleya salvegerê komkujiya Şengalê diyar kir ew ê fermana 74’an tu caran ji bîr nakin û got: “Tolhildana YJŞ’ê wê bibe azadiya Rêber Apo û Şengalek xweser.”

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi boneya salvegera komkujiya 3’yê Tebaxê ya li ser civaka Êzidî daxuyaniyek nivîskî parve kir.

YJŞ şêhîdên Fermana 74 an û şehîdên xwe gîştî bi rêzdarî bibîranîn û wiha got:

Fedaiyên Rêber Apo ji bo parastina pêşeroja civaka me ya Êzîdî hatin xwe gîhandin û pir berdelên giranbûha dan, serketin teslîmî me kirin û çûn.

Bi saya felsefeya Rêber Apo û cangorîyên wî pêşî li Fermana 74’an hate girtinDi daxuyaniyê de YJŞ’ê wiha anî ziman:

Li beramberî vî qirkirinê hêza HPG- YJA STAR- YPG- YPJ tekoşîn û berxwedanekî bê hempa meşandin û berdêlên giran buha dan.

Ev bun pêşêngên me yên heta heta.

YJŞ’ê diyar kir DAIŞ carek din bi hevkarên xwe hewl dide xwe nûjeng bike û got:

“Dewleta Tirk heya roja me îro bi êrîşên hewayî pêşengên cîvakê hedef digire û dixwaze Şengalê vala bike

Armancê me wek YJŞ emê bi hêza xwe, bi cewhera xwe xwedîyê kokê xwe derkevin, bi vîn bibin, xwe biparêzin.”

Fermandariya YJŞ’ê destnîşan kir ku ew wek YJŞ dê heya dawî xaka xwe biparêzin û ev peyam da:

Tolrakirina YJŞ’ê wê bibe azadîya Rêber Apo û Şengalekî xweser

Divê hemû jinên Êzidî bi durişmeya ”Tolhildana hemû fermanan, xwe rêxistinkirin û parastina jinê ye” tevbigerin, xwe rêxistin bikin û bersiva 74 fermanan bidin.

Divê em vegerin xaka xwe, çand, ol û dîroka xwe bijîn û biparêzin.

Feleknas Uca: Gelek jinên Êzidî li Tirkiyê hatin firotin

Back to top button