Dewleta Tirk amadekariyê dike ku çeteyên li Sûriyê bişîne Lîbyayê

Li gorî dezgehên ragihandinê yên Ewrûpî û Erebî; tê gotin ku dewleta Tirk amadekariya xwe dike ku tevî çeteyên girêdayî xwê yên li Sûriyê, hêzên xwe bişîne Lîbyayê.

Li gorî Rojnameya “Independent” ya Brîtanî ku agahiyên xwe ji berpirsên Lîbyayê wergirtine, Hikûmeta Wîfaq a Lîbyayê daxwaza piştgiriyê ji Tirkiyê kiriye û Enqere li benda parlamanê ye ku biryara şandena hêzan erê bike.

Hat diyarkirin ku Tirkiyê ji bo parastina Terablusê li djiî Hêzên girêdayî Hefter keştiyên şer jî bişîne.

Berdevkê Hikûmeta Wîfaqê ji rojanmeya “Independent” re destnîşan kir ku ew bi dewleta Tirk re di hevkariyê de ne û ew dizanin ku wê piştgiriya wan ya leşkerî bike.

Her weha Berpirseke din ji Libyayê ajansa “Bloomberg” re ragihand ku tê payîn, çeteyên girêdayî dewleta Tirk yên li Sûriyê ji bo Lîbyayê werin şandin.

Berpirs got, piştî pêşdeçûna Artêşa Wetenî li eniyên şer, hikûmeta Wîfaqê ev tişt qebûl kir.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî ragihandibû ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk li herêma Efrînê navenda tomarkirina navên kesên ku dixwazin tevlî şerê Lîbyayê bibin, vekir.

Leave a Reply

Back to top button