Li Burkîna Faso darbe

Li Afrîka sal bê darbeyên leşkerî derbas nabe.
Li Burkîna Faso herî dawî li dijî artêşa darbekar, darbeyek din pêk hat.
Ango ji despêka salê ve darbeya duyemîne pêk tê.
Fermandarê artêşa darbekar ya li dijî wî darbe pêkhatî bi şert berdana kursiyê xwe erê kir.

Li welatê parzemîna Afrîkaya rojava Burkîna Faso careke din darbe pêk hat.

Bi gotineke din, li dijî artêşa darbekar ya beriya niha darbe pêk aniyî, darbeyek din pêk hat.

Artêşa darbekar bi şert berdana kursiyê xwe pejirand

Fermandar Îbrahîm Traoreyê ku bi derbeyê xwe weke lîderê welêt ragihandî daxuyand ku wî îstifaya Albay Paul-Henri Damiba qebûl kiriye.

Hat ragihandin Damîba xwe li baregeheke leşkerî ya Fransayê girtibû.

Piştî van nûçeyan li paytextê êrîşî hin saziyên girêdayî Fransayê hate kirin.

Hin koloniyên berê yên Fransî li Afrîkaya Rojava û Navîn qada têkoşînek ji bo bandorê di navbera Rûsya û Fransa de ne.

Piştî derbeya dawî ya li Burkîna Faso, alîgirên cûntaya leşkerî ya nû sloganên alîgirên Rûsyayê avêtin û ala Rûsyayê li kolanan hildan.

Serokê derbeyê Îbrahîm Traore îdia kir ku Damiba ji aliyê Fransa ve hatiye destekkirin û li ser bidestxistina hevkarên nû ji bo şerê li dijî serhildêrên Îslamî yên radîkal axivî.

Şirovekar dinirxînin ku cûntaya leşkerî dikare ji Rûsyayê leşkerên kirêgirtî (Wagner) bîne.

Balkêşe ku serokê şirketê rêveberiya nûya darbekar pîroz kir.

Li Bûrkîna Fasoyê hikûmet tenê ji sedî 60’ê welêt kontrol dike û li gor pisporan tundiya ku ji aliyê komên Îslamî yên tundraw ve pêk tên, her ku diçe zêdetir dibe.

Darbekar Traoré ji kabîneya xwe daxwaza avêtina gavên bilez kir û got:

Tevahî saziyên li welêt bi rewşek awarte re rû bi rû ne.

Yekîtiya Afrîka: Heta 2023 divê welat vegere demokrasiyê

Yekîtiya Afrîkayê di daxuyaniya xwe ya derbarê mijarê de destnîşan kir ku “Burkîna Faso divê herî dereng heta Tîrmeha 2023’an vegere demokrasiyê.”

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku hilweşandina Serleşker Paul-Henri Damîba jî li dijî destûra bingehîn e.

Ji despêka salê ve ev cara duyemîne ku li Bûrkîna Faso darbeya leşkerî pêk tê.

Li paytexta Burkina Faso dengê çek û teqînan bilind bû

Back to top button