Heleb-Koxbatek li ser bandora zanist û teknolojiyê pêk hat

Meclisa Jinan a Sûriyê û Navenda Lêkolînên Jineolojî komxebatek girêdayî bandora zanist û teknolojiyê li ser gerdûnê li darxist.

Komxebat li hola civînan a beşê rojhilatê taxa Şêx Meqsûd a Helebê pêk hat.

Endama Meclisa Jinan a Sûriyê Rîham Mihemed mijara yekemîn a komxebatê bi rêveber.

Rîmah Mihemed wiha anî ziman: “Di serdema keviran de mirov dest bi bikaranîna keviran kir, piştre agir nas kir.

Di wê demê de teknelojiya di çarçoveya hunerên pratîkî yên dazayenkirina endazyarî de sînordar bû.”

Mijara duyemîn ”Jineolojî û zanist” ji aliyê endama navenda Jineolojî Orîvan Ebdo ve hat birêvebirin.

Orîvan li ser jineolojî diyar kir ku jineolojî hebûna jinan bi awayekî zanistî şîrove dike.

Di dawiyê de beşdarên komxebatê nêrînên xwe anîn ziman û hate gotin:

“Divê mirov teknelojiya bi awayekî hevseng û nezêde bi kar bîne da ku rola mirov neyê tunekirin.”

Back to top button