PYD li bajarê Hesekê civînek ji bo niqaşkirin rewşa siyasî, kêşeyên li herêmên her wiha rola el û eşîran di parastina destkeftiyan de û pêkanîna yekîtiya neteweyî civînek ji êlên Kurdan yên herêma Cizîrê li darxist.
Fewze El-Yûsif balkişand ser girîngiya yekitiya netewî ji bo rêgirtina li ber êriş û qirkirina gelê kurd û got:
Peymana Lozanê ya beriya sed salî hatibu dayin îro bi dawî dibe.
Divê em bê cudahî bi hevre li himberî peyman û komployên nû yên ku destkeftiyên gelê Kurd hedef digirin, yek destbin.
Endama Serokatiya PYD diya kir ku divê dema hestiyar de dev ji bercewndiyên yek alî berdin û piştgiriya parastin û pirojeya neteweya demokratîk bikin.
Serokên Eşîran jî tekezî li ser rola Rêveberiya Xweser a di pêkanîna aramiya herêmê de kirin û gotin:
Divê qonaxa hestiyar de, yek-rêziya kurdan girînge.
Her weha bal kişandin ser girîngiya lidarxistina konferanseke neteweyî ji bo pêşxistina siyaseteke hevpar a neteweyî.