Li Somalyayê, 15 çeteyên tevgera “Hereket EL-Şebab”, di encama oprasyoneke ewlehiyê ya artêşa welat de hatin kuştin.
Radyoya “Sewt EL-Çeyş” ragihand ku hêzên artêşa Somalî li dijî nuqteyên tevgera “Hereket El-Şebab” yên li parêzgeha Şibîla Navîn li başûrê welat oprasyoneke ewlehiyê pêk anî.
Radyoyê da zanîn ku hêzên EL-Denib bi vê operasyonê rabûn û di encamê de, 15 çeteyên tevgerê hatin kuştin û jimarek birîndar bû.
Her wiha hin cebilxane jî hatin desteserkirin.