Gerilayan li Zap, Xakurkê û Metîna çalakî lidarxistin

Hêzên gerîla li herêmên Zap, Xakurkê û Metîna çalakî lidarxistin. HPG’ê diyar kir di encama çalakiyan de 10 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn. HPG’ê eşkere kir ku artêşa Tirk careke din 25 caran bi çekên kîmyewî qadên gerîla bombebarankirin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên artêşa Tirk a dagirker û çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir berxwedana destanî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ya li dijî her cure teknîkê û çekên kîmyewî bê navber dewam dike û ev agahî parve kir:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê 4’ê Cotmehê li Qada Sîda tîmên bi tevger bi çekên giran û sekvaniyê li hêzên dagirker ên di nava çeperên şer yên li Şehîd Agir xistin.

HPG: Di çalakiyan de 10 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Di vê çalakiyê de herî kêm 4 dagirker hatin kuştin.

Heman rojê dîsa li Qada Sîda bi rêbaza sabotajê li hêzên dagirker hate xistin ku hewl didan ber bi çeperên şer yên Şehîd Agir ve werin.

Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin kuştin.

5’ê Cotemhê jî dîsa li heman qadê di encama çalakiya bi rêbaza sabotajê de 2 dadgirker birîndar bûn.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê 4’ê Cotmehê tîmên bi tevger yên YJA Starê li çeperên dagirkeran yên li Girê Şehîd Derwêş xistin.

Di vê çalakiyê de çeperek hate rûxandin, 2 dagirker hatin kuştin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de 3’ê Cotmehê li Girê Amediyê yê herêma Metîna bi rêbaza sekvaniyê li hêzên dagirker ên li derdora çeperên şer hate xistin û dagirkerek birîndar bû.

4’ê Cotmehê li Girê Cûdî jî di encama çalakiyên bi rêbaza sekvaniyê de 2 dagirker hatin kuştin.

HPG: Artêşa Tirk 25 caran bi çekên kîmyewî qadên gerîla bombebaran kir

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker 25 caran bi çekên kîmyewî, 4 caran bi balafirên şer, 29 caran bi helîkopteran û bi dehan caran jî bi obus, hawan û tankan qadên gerîla bombebarankirin.

HPG: Li cihê ku êriş lê hate kirin, hêza me nîne

Li aliyê din HPG’ê diyar kir di hin saziyên çapemeniyê yên Başûrî de hate ragihandin ku 4’ê Cotmehê li navçeya Şarbajar a Silêmaniyê dewleta Tirk êrîşeke hewayî kiriye û hate îdîakirin ku di wesayita êrîş lê hatiye kirin 2 PKK’î hene û got, “Li cihê ku êrîş lê hatiye kirin hêza me nîne û divê bê zanîn ku ti eleqeya xwe bi me re nîne.”

Back to top button