Şêrîn Emîn: Ti agahiya me ji rewşa girtiyên behdînanê nîne

Parlamentera Tevgera Goran Şirîn Emîn diyar kir ku heta niha ti agahî derbarê rewşa girtiyên Behdînane tune ye û got: bêdengiya li parlamentoyê û ya li qada navneteweyî rê dide desthilatê ku rojnameger û çalakvanan li gorî armancên xwe, ceza bike. 

Tevî hemû zextên navxweyî û nevdewletî yên têkildarî rojnameger û aktivîstên Behdînan yên ku hatine girtin û binçavkirin hîna jî ti gav cidî nehatine avêtin.

Parlamentera Tevgera Goran Şêrîn Emîn derbarê mijarê de, ji ajansa nûçeyan Rojnews’ê re axivî û diyar kir ku heta niha ti agahî derbarê rewşa girtiyên Behdînane tuneye.

Şirîn Emîn destnîşan kir ku komek ji parlamenteran daxwaz kirin ku girtiyan bibînin û rewşa wan ya tenduristî ji nez ve bişûpînin.

Şêrîn her wiha bal kişand li ser biryara Dadgeha Hewlerê ya cezakirina rojnameger û da zanîn ku di vê biryarê de nedadperwerî tê diyarkirin û got:

“Bêdengiya li parlamentoyê û ya li qada navneteweyî rê dide desthilatê ku rojnameger û çalakvanan li gorî armancên xwe, ceza bike”

Derbarê dosyaya rojnemeger Qehreman Şukrî ku ev zêdeyî 80 rojî ji aliyê PDK’ê ve hatiye bincavkirin Şêrîn ev yek anî zinam:

Ev cara sêyemîne ku Qehreman Şukrî û ji aliyê PDK’ê ve tê girtin û heta niha jî cihê û sedama girtina wî ne diyare.

Tevî ku min çend caran daxwazname pêşkêşî serokatiya hikûmet û parlamentoyê kiriye da ku ez wî bibînim, lê heta niha ev yek nehatiye qebûlkirin.

Back to top button