Corona…Li herêmê kesek mir û 156 kes jî bi Coronayê ketin

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî mirina kesekî bi Coronayê û pêketina 156 kesan hat ragihandin..

Desteya Tenduristiyê ya herêmê diyar kir ku li herêmê 156 kes bi Coronayê ketine û li Kobanê kesekî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da.

Desteyê destnîşan kir ku 9 kesên ku bi Coronayê ketibûn jî baş bûne.

Heta niha li herêmê 13 hezar û 579 kes bi Coronayê ketine, ji wan 448 kes mirine û hezar û 430 kes jî baş bûne.

Back to top button