Li sînorê Kanada û Amerîka teqîn: FBI êrişê lêkolîn dike

Li sînorê navbera Kanada û Amerîkayê wesayîtek du rêwî tê de bûn teqiya û encamê de 2 rêwiyên mirin.
Li ser vê yekê Ofîsa Lêpirsînê ya Federal a Emerîkayê (FBI) ji bo lêkolînê berfireh 4 deriyên sînor yên li gel Kanadayê girtin.

Duh li sînorê navbera Kanada û Amerîkayê wesayîtek ku hewl dida bikeve Amerîkayê teqiya.

Piştî vê, hemû deriyên sînor yên herêma Nîagarayê hatin girtin.

Ofîsa Lêpirsînê ya Federal a Amerîkayê (FBI) ragihand ku ew li ser teqîna ku li aliyê sînor ê Amerîkayê pêk hatiye, lêkolînê dikin.

Li gorî FBI, rewş ne-aram e û agahiyên zêdetir nehatine belavkirin.

Her wiha hate diyarkirin ku di encama teqînê de 2 rêwiyên di nava wesayîtê de mirin.

Ciwanek 27 salî ku nêzî cihê bûyerê bû bi sivikî birîndar bû.

Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau got; Ew bi rayedarên Amerîkî re di têkiliyê de ne.

Wezîrê Ewlehiya Giştî bi tevahî mijarê re mijûl e û dê hemû piştevanita pêwîst pêşkêş bike.

Back to top button