Sudanî: Divê Tirkiye para Iraqê av berde

Rejîam faşîst ya Tikiye, ava li ser Sûriye û Iraqê kêm kiriye.
Ev yek jî bûye sedema pirsgirêka avê ya li welatan.
Serokwezîrê Iraqê Sudanî ev yek di civîna xwe ya li gel Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê dubare anî ziman.
Sudanî got: Em ê hewil bidin pirsgirêkên navbera herdu welatan de çareser bikin.
Lê divê Tirkiye jî para Iraqê ya ji ava çemê Dîcle û Firatê berde.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî li gel Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar civiya.

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê têkildarî naveroka civîna di navbera Mihemed Şiya Sudanî û Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin her du aliyan li ser peywendî, destpêkirina civînên komîsyonên aborî yên hevbeş û hinardekirina neftê axivîn.

Hat gotin Sudanî gotiye, Hikûmeta Iraqê amadeye li gor desturê çareseriyek ji bo destpêkirina hinardekirina petrola herêmê bibîne.

Her wiha hat diyarkirin Sudanî ji wezîrê Tirk re gotiye,

Divê Tirkiye para Iraqê ya ji ava çemê Dîcle û Firatê zêdetir berde, ji berku bandorek nerênî li ser aborî û jiyana welatiyên Iraqê dike.

WWA: Ziwatiya zêde ya li Iraq, Sûrî û Îranê ji ber krîza avhewayê ye

Di lêkolîna World Weather Attribution (WWA) de hate ragihandin ku germahiya zêde “îhtimala ziwatiyê hîn zêde kiriye.”

Hate destnîşankirin ku germahiya bilind ziwatiya li Sûriye û Iraqê bi 25 qatî, ya li Îranê jî 16 qatî zêdetir kiriye.

Di lêkolînê de hate gotin,

“şer û bêîstikrariya siyasî ya bi salan dewam dike” mirovahî ewqas lawaz kiriye ku nema kare dest li ziwatiyê werde û ev jî bûye sedema rûdana “bobelateke mirovî.”

Back to top button