Bi dîmen..Li gundewarê Girê Spî, 2 leşkerên rejîma Sûrî hatin kuştin

Duh artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nuqteyên rejîma sûrî yên li gundên girê Spî topbaran kir, 2 leşeker hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nuqteyên leşkerên rejîma Sûriyê yên li gundên Kopirlik, Evdiko û Qizelî yên rojavayê Girê Spî bi obusan topbaran kirin.

Di topbarana li dijî gundê Qizelî de du leşkerên rejîma Sûrî hatin kuştin. Li gundê Evdiko jî leşkerek birîndar bû.

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê nuqteyên rêjîma Sûrî li Girê Spî topbaran kirin, 2 leşkerên rejîmê jiyana xwe ji dest da.

 

Back to top button