Enwer Muslim: Em bi hemû hêza xwe kar dikin da helwest û nêrîna kurdî bibe yek

Hevserokê PYD’ê Enwer Muslim diyar kir ku avakirina yekrêziya Kurdî, wê rê li ber komployên derve bigire û teqez kir ku ew bi hemû hêza xwe kar dikin da helwest û nêrîna Kurdî bibe yek.

Enwer Muslim her wiha bal kişand ser rewşa aborî jî û destnîşan kir ku ew bi Rêveberiya xwe re, rêbazên sivikkirina barê gel, bi pêş dixin. 

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) der barê rewşa siyasî û aborî li Sûriyê, civîneke li bajarokê Rimêlan ê Qamişlo li dar xist.

Hevserokê PYD’ê Enwer Muslim behsa yekrêziya Kurdî kir, ku ew hewl didin bi hemû rêbazan vê yekîtiyê pêk bînin, ji ber ew bi tenê dikare rê li ber komployên derve bigire.

Muslim dibêje:

“Niha em derbasî pêvajoya duyemîn a diyaloga Kurd-Kurdî bûne û bi hemû hêza xwe kar dikin da helwest û nêrîna Kurdî bibe yek.

Armanca me ji vê yekê, gelê xwe biparêzin û planên li dijî wan, têk bibin.”

Enwer Muslim: Ji bo sivikkirina barê gel, wê proje bên pêşxistin

Ev demek e, krîzeke aborî li Sûriyê rû daye û nirxê lîreya wê ji ber cezayên navdewletî pir daketiye, jixwe vê yekê jî rewşa welat kambax kiriye..

Der barê vê de, Hevserokê PYD’ê Enwer Muslim teqez dike ku ew bi Rêveberiya Xweser re, rêbazên sivikkirina barê li ser gel, di warê aborî de bi pêş dixin..

Li gorî Muslim jî, pêxistina çandinî, piştevaniya madeyên sereke û projeyên biçûk, wê karibin rê li ber kesybaziya bazirganan bigirin.

Hevserokê PYD’ê Enwer Muslim her wiha diyar kir ku armanca PYD’ê afirandina demokrasiya rasteqîn di navbera pêkhate û beşên civakî de ye..

Muslim got:

“Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî îsbat kir ku ew dikarin sîstemeke demokratîk bi rêya projeya Rêveberiya Xweser pêk bînin.

Lê hin sîstem û hêzên navdewletî di serî de dewleta Tirk, hewl didin derbeyê li destkeftiyên gelên herêmê û rêveberiyê bixin…”

Back to top button